Ocalan: Armanca me entegrasyone neparçekirina dewletan e, çekdanîn jî neteslîmbûyîn e !!

Xapo-Peyam-Nu-net

Rêberê PKKeya hilweşiyayî peyameke nû ragihand û got: Armanca me entegrasyon û civaka demokratîk e, neparcekirina Tirkiyê ye, fesixkirina PKKê jî neteslîbûyîne.

Abdulla Ocalan, rêberê PKKeya hilweşiyayî, di peyamekê de ji bo konferansa “Aştî û Entegrasyona Demokratîk” li Londonê ku ji hêla Senterê Karubarên Kurdî ve hatibû rêkxistin careke din tekezî li entegrasyon û civaka demokratîk weke armancên sereke kirin.

Ocalan di peyama xwe de diyar kir:

Fesixkirin ne têkçûne

Bi bangewaziya 27 Sibata 2025ê deriyek nû vebûye erka tevgera me temam bûye, pêwîste PKKe xwe ji boy qonaxeke nû biguherîne, çunke çekdanîn û fesixkirina tevgerê ne teslîmbûne, lê destpêka avakirina civakê ye.

Her wiha got: “mîna her rêxistineke şoreşgerî, dema erka PKKê bi dawî bû, divê ew veguhere şêweyekî nû.  Fesixkirin ne têkçûne, derbasbûna qonaxeke nû ya dîrokê ye.”

Ocalan diyarkir ku çareserî di sînorkêşan yan parçekirinê da nîne, ji ber ku bi milyonan Kurd bi Tirk, Fris û Ereban di nav heman cugrafiya û mêjûyê de bi hevre dijîn.

Armanca me ne parçekirina dewletane

Ocalan bal kişand ser cudahiya di navbera asîmîlasyon û entegrasyonê de û dibêje:

“Asîmîlasyon mirovan dihelîne û dijimnatiyê mezin dike. Lê entegrasyon yekîtiyê û aştiyê çêdike. Em ne li dijî dewletê ne, em li djî navendîbûna zêde ne. Komareke demokratîk ya ku Kurd û gelên din bi mafên wekhev tê de cih bigrin, rêya herî rast e.”

Her wiha got: Armanca me ne parçekirina dewletane, avakirina demokrasiyeke rastîne bi hev re. Ez ji her kesê ku aştî, çareserî û nirxên demokratîk diparêze daxwaz dikim ku em bi hev re tevbigerin.”

Di dawiyê da, Ocalan amaje dirêjkirina destê hevkariyê ji bo hemû aliyên aştîxwaz kir û tekez kir ku armanca sereke ne hilweşandina dewletê ye, lêbelê avakirina civakek azad, demokratîk û hevbeşe li Tirkyeyê û Rojhilata Navîn.