Pêngaveke nû li Sûriyeyê: 5000 şervanên HSDê tevlî Artêşa Sûriyeyê bûn

Pêngaveke nû li Sûriyeyê: 5000 şervanên HSDê tevlî Artêşa Sûriyeyê bûn

Di çarçoveya proseya yekxistina hêzên leşkerî de li Sûriyeyê, heta niha 5 hezar û 200 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) piştî temamkirina perwerdeya leşkerî tevlî rêzên Artêşa Sûriyeyê bûne. Proseyeke nû li Çiyayê Kewkeb ê li gundewarê Hesekê dest pê kiriye û şervanên HSDê di bin banê artêşa fermî de erkên xwe yên nû werdigirin.

Di pêşveçûna herî dawî de, 1300 şervanên Feyleqa Duyem (Lîwaya 30emîn) piştî bidawîkirina rahênanên akademîk li akademiyên leşkerî, li Çiyayê Kewkeb ê li gundewarê Hesekê hatin bicihkirin. Hêzên li parêzgeha Hesekê ji sê lîwayan pêk tên û li ser sê navendên sereke, Çiyayê Kewkeb û her du baregehên leşkerî yên Qesrek û Til Beyderê ku berê yên Hevpeymaniya Navneteweyî bûn, hatine dabeşkirin.

Li aliyê din, lîwayeke din a bi navê Lîwaya Kobaniyê ku di nav de şervanên HSDê hene, niha li gundewarê Şamê di perwerde û rahênana leşkerî de ye. Rayedaran dan zanîn ku bi bicihbûna van hêzan re hejmara giştî ya şervanên ku tevlî Artêşa Sûriyeyê bûne gihîştiye 5200 kesî û proseya tevlîkirina beş û yekîneyên din jî bê navber berdewam dike.

Şervanên ku beşdarî vê proseyê bûne diyar dikin ku piştî salên dirêj ên şerê li dijî DAIŞê, niha berpirsiyariya wan a leşkerî berfirehtir bûye. Wekî ku ew destnîşan dikin, berê erka wan tenê parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû, lê di vê qonaxa nû de wekî beşeke fermî ya Artêşa Sûriyeyê, dê erkê parastina tevahiya ax û sînorên welêt li hember her cure gef û êrîşan bigirin ser milên xwe.