Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ku navenda wê li Osloyê ye, Artêşa Pasdaran a Îranê li parêzgeha Kirmanşanê şivanekî Kurd bi guleyan kuştiye.
Hengawê ragihand ku Naîb Kerîmiyê 25 salî, dema ku li herêma çiyayî ya navçeya Selas û Bawacaniyê ya Kirmanşanê pezên xwe diçerand, ji aliyê Pasdarên Îranê ve hatiye gulebarankirin û canê xwe ji dest daye.
Ev bûyer piştî hefteyekê ku hêzên ewlehiyê yên Îranê kolberêkî Kurd li heman herêmê kuştibû, qewimî.
Li gorî Hengawê, kolberê Kurd Mihemed Sidiq Ewaliyê 28 salî, 23ê Îlonê li herêma Şêx Salihê ku girêdayî navçeya Selas û Bawacaniyê ye, ji aliyê hêzên Îranê ve bi guleyan hatiye kuştin.