Mesrûr Barzanî: Pêşmerge ji bo rûbrûbûna her êriş û gefeka li ser Kurdistanê amadeye

Masrour-Barzani-Hevpeyma-info

Serokwezîrê herêma Kurdistanê ragihand, piştî vekşîna hêzên Hevpeymanîya Navneteweyî hêzên Pêşmerge amade ne ji bo rûbrûbûna her êriş yan gefeka li ser herêma Kurdistanê.

Hêzên Hevpeymaniyê yên bi serokatiya Amerîkayê roja çarşemê ji Îraqê û Herêma Kurdistanê vekişyan.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro roja çarşemî 30 Îlona 2026ê li ser navê gelê Kurd sipasîya Dewletên Yekbûyî û hemî welatên Hevpeymaniya Navneteweyî kir ji bo alîkarîya wan di şer û têkbirna DAIŞê de, herwiha alîkarîkirin û baştirkirina şiyanên hêzên Pêşmerge û parastina herêma Kurdistanê û tevahîya Îraqê.

Serokwezîr got: “bê guman emê wê hevkariyê û piştgiryê qet ji bîr nekin”.

Mesrûr Barzanî di axaftina xwe de got: “bidawîhatina mîsyona hêzên Hevpeymanyê nayê wateya bidawîbûna têkiliyên bi hevalên me re, lê awayê têkiliyên me dê ber bi qadeke din ve biçin û dê cuda bin, hem ji hêla aborî, çandî, siyasî, ewlehî û leşkerî ve di pêşxistina van cure têkiliyan de.”

Herwiha destnîşan kir, gelek djimin dikarin bifkrin ku bidawîbûna mîsyona hevpeymanyê dê gefek mezintir li ser herêma kurdistanê çêbike û got: “hêzên Pêşmerge amade ne ji bo rûbrûbûna her êriş yan gefeka li ser herêma kurdistanê dibe xeterî”.