Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bi tundî li dijî biryar û cezayên dawî yên Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) ên li ser Amedsporê rawesta. Bakirhan helwesta TFFê wekî pêkanîneke “nîjadperestane û cudakar” bi nav kir û rexneyên giran li rêveberiya werzişê ya welat girt.
Bakirhan bal kişand ser asta birêvebirina fûtbolê û destnîşan kir ku saziyên dadwerî û werzişî ketine destê rêveberiyên bêkêr. Wî tekez kir ku heta siyaset û qada civakî nebin xwedî pîvanên demokratîk, pêkanîna fûtboleke paqij û adil nabe. Her wiha Hevserokê DEM Partiyê rexne li nêzîkatiya tîma neteweyî jî girt û ragihand ku gelek lîstikvanên Kurd ên ku li Ewropayê xwedî serkeftinên mezin in, tenê ji ber nasnameya wan a Kurdî bo tîmê nayên vexwandin.
Ev bertek piştî wê yekê hat ku Lijneya Disiplînê ya TFFê bi behaneya “dirûşmên siyasî” cezayê 2.5 milyon lîreyên Tirkî li klûbê birî. Amedspor, ku piştî serkeftina werza borî derbasî Lîga Yekem bûye, ji ber nûnertiya nasnameya xwe ya herêmî û Kurdî, di dirêjahiya dîroka xwe de timî bi cezayên aborî, qedexeya alîgir û zextên saziyan re rûbirû dimîne.