Kombûna Ciwanên Kurd li Girê Spî îro, Yekşemê (4ê Cotmeha 2026an), derbarê rewşa mirovî û yasayî ya koçberan bîrnameyeke lezgîn arasteyî Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê, Komîteya Mafên Mirovan a Meclisa Gel, rêxistinên navdewletî û rûspiyên herêmê kir. Di daxuyaniyê de daxwaz hat kirin ku vegera bi ewle û bi rûmet ji bo koçberan bê garantîkirin û dawî li desteserkirina sîstematîk a li ser mal û zeviyên çandiniyê bê anîn.
Kombûnê bal kişand ser binpêkirinên giran ên ku li navenda Girê Spî, Eyn Îsa, Eyn el-Erûs û gundên derdora wan (mîna Til Exder, Bîr Temeh û Baqacaxê) rû didin. Hat diyar kirin ku komên çekdar ên defakto bi şêweyekî neyasayî dest datînin ser milkên xelkê resen, berhemên wan difroşin û bi hinceta rêkarên mîna “Sindoqa Serweriyê” metirsiya guhertina demografîk kûrtir dikin, bêyî ku ti mekanîzmayeke qanûnî ya lêpirsînê hebe.
Ji bo çareserkirina vê rewşa aloz, Kombûna Ciwanên Kurd daxwazên xwe di çend xalên bingehîn de rêz kirin:
Dabînkirina jîngeheke yasayî û ewle da ku koçber bêyî gef û metirsiya tolhildanê vegerin ser cih û warên xwe.
Rawestandina tavilê ya hemû cotkarî û sûdwergirtina neyasayî ya li ser zeviyan û betalkirina hemû girêbestên zordarane.
Avakirina komîteyeke dadwerî û bêalî (bi beşdariya saziyên mafên mirovan) ji bo lêkolînkirina giliyên li ser desteserkirina milkan û darizandina tawanbaran.
Tevlîbûna serokeşîrên Kurd û Ereb ji bo xurtkirina hevgirtina civakî û rêgirtina li aloziyên di werzê çandiniyê de.
Di dawiya daxuyaniyê de hat tekezkirin ku heta li Girê Spî dadwerî û serweriya qanûnê pêk neyên û milkên xelkê neyên parastin, aramiya mayînde û aştiya civakî li herêmê nayê dabînkirin.