Ocalan dê bi hin rojnamevanan re hevdîtinê bike

Xapo-Rojnamevan-net

Pervîn Buldan, endama şandeya Îmraliyê ya partiya DEMê ragihand ku rêberê PKKeya hilweşiyayî Abdulla Ocalan li rojên pêş me dê bi rojnamevan, nivîskar û nûnerên civaka sivîl re hin hevdîtinan bike.

Pervîn Buldan, destnîşan kir ku qonaxek nû di pêvajoya aştiyê de dê dest pê bike, hevdîtinên di navbera Abdulla ocalan û rojnamevan, nivîskar û nûnerên civaka sivîl de dikarin di rojevê de bin û got, “dibe ku em di rojên pêş de li ser vê mijarê pêşketinek berbiçav bibînin.”

Buldan, got: Abdulla Ocalan divê rasterast bi beşên cuda yên civakê re têklî dayne û hevpeyvînan bi rojnamevanan re bike, Cotmeh jî wekî meha hedef ji bo vê yekê destnîşan kir.

Buldan diyar kir ku Ocalan gotiye ku ew di qonaxeke kirîtîk ya pêvajoyê de ne, û di serdema pêş de danûstandinên li ser aliyê siyasî yê meseleyê dê werin rojevê û got: “Ocalan dê rola koordînatorê bigre”.

Buldan diyar kir ku tê pilankirin ku Ocalan hem di bêçekbûnê de û hem jî di pêşvebirina pêvajoya siyasî û demokratîk de rola koordînator bigre ser xwe.