Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan ragihand, PKKê bi awayekî fermî hêzên xwe ji nav axa Tirkiyeyê vekişandine û pêvajoya aştiyê li ber dawiya qonaxa xwe ya yekem e. Bakirhan herwiha bal kişand ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê dikare di proseya çekdanînê de roleke çavdêr û hêsankar a bibandor bilîze.
Tuncer Bakirhan li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê, li perawêza Foruma MERIyê di hevpeyvîneke taybet de ligel Kurdistan24ê, pêşveçûnên dawî yên pêvajoya çareseriyê li Tirkiyeyê, qonaxên danûstandinan, rola serkirdayetiya Herêma Kurdistanê û rewşa Rojavayê Kurdistanê nirxandin.
Derbarê rewşa leşkerî ya di navbera Tirkiye û PKKê de, Bakirhan aşkere kir: “Piştî banga rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan, hêzên PKKê ji nav axa Tirkiyeyê vekişiyan, wekî çawa Murad Karayilan jî ev yek ragihandibû. Ev pêngaveke gelekî girîng e û nîşaneya cidiyetê ye. Êdî dema wê hatiye ku desthilata Tirkiyeyê jî bi heman dilsoziyê pêngavan bavêje.”
Derbarê awayê danîna çekan de, Hevserokê DEM Partiyê diyar kir, PKKê biryara xwe daye û rêya têkoşîna demokratîk û hiqûqî hilbijartiye. Bakirhan got: “Ji bo proseya çekdanînê jî, Herêma Kurdistanê dikare roleke çavdêr yan jî hêsankarekî gelekî çalak bilîze, da ku zemîna vegera endamên PKKê bo ser cih û warên wan û tevlêbûna wan di jiyana siyasî û sivîl de bê dabînkirin.”
Bakirhan da zanîn ku pêvajoya çareseriyê di rêyeke baş de dimeşe û wiha pê de çû: “Niha em di qonaxa yekem a pêvajoyê de ne û em nêzîkî dawiya vê qonaxê bûne. Eger em vê qonaxê bi serkeftî derbas bikin, di qonaxa duyem de dê li ser maf û azadiyên demokratîk ên kurdan gotûbêj bên kirin; li ser zemînekê ku çek bêdeng bibin û siyaset ligel hiqûqê biaxive.”
Hevserokê DEM Partiyê mercên sereke yên derbasbûna bo qonaxa duyem destnîşan kirin û got ku divê dewleta Tirkiyeyê pêgeh û rola yasayî ya Ocalan zelal bike, qeyûman ji ser şaredariyan rake û hevşaredarên hilbijartî vegerîne ser karên wan, girtiyên siyasî azad bike û derfeta vegerê ji bo wan kurdên ku li Hewlêr, Silêmanî û derveyî welat di sirgûnê de ne ava bike. Bakirhan herwiha tekez kir ku pêwîst e destûreke nû û demokratîk bê amadekirin da ku mafên 25 milyon kurdan bi awayekî destûrî werin mîsogerkirin.
Tuncer Bakirhan rola serkirdayetiya Herêma Kurdistanê bilind nirxand û got ku di dema borî de Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û aliyên siyasî roleke avaker lîstine û dikarin di vî warî de berdewam bin.
Bakirhan aşkere kir ku di hevdîtina wan a dawî ya li Îmraliyê de: “Birêz Ocalan silavên xwe yên taybet ji hemû serkirdeyên Başûrê Kurdistanê û tevahiya partî û rêxistinên Herêma Kurdistanê re şandin. Em di nav sînorên cuda de dijîn, lê em xwedî yek dil û yek çarenivîs in û pêwîst e em piştgiriya hev bikin.”
Li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê jî, Bakirhan destnîşan kir ku ezmûna mezin a Sûriyeya nû ew e ku dê çawa nêzîkî mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî û dabînkirina mafên gelê Kurd bibe. Herwiha bang li Tirkiyeyê kir ku li Rojavayê Kurdistanê roleke erênî bilîze, da ku wêneyê wê li cem kurdan baştir bibe.
Hevserokê DEM Partiyê alozî û aloziyên dawî yên Hesekê jî şermezar kirin û daxwaz ji desthilata Şamê û hêzên navdewletî kir ku rê li ber komên dij-kurd bigirin û nehêlin aramiya herêmê xera bikin.
Di dawiyê de, Bakirhan geşbîniya xwe ya ji bo serkeftina pêvajoya aştiyê nîşan da û tekez kir ku şerê 50 salên borî ti sûd negihandiye Tirkiyeyê û tenê bûye sedema hilweşîna aboriyê, lewma dema wê hatiye ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin.