Mesrûr Barzanî û Mezlûm Ebdî li Hewlêrê civiyan: Pêwîst e mafên Kurdan li Sûriyeyê bên garantîkirin

Mesrûr Barzanî û Mezlûm Ebdî li Hewlêrê civiyan: Pêwîst e mafên Kurdan li Sûriyeyê bên garantîkirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro, 13ê Cotmeha 2026an, li Paytext Hewlêrê pêşwazî li Şêwirmendê Serokatiya Komara Sûriyeyê Mezlûm Ebdî kir. Di civînê de geşepêdanên dawî yên li herêmê û pêşeroja peywendiyên navbera Hewlêr û Şamê hatin nirxandin.

Li gorî daxuyaniya fermî ya ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat belavkirin, di hevdîtinê de gotûbêjên berfireh li ser rewşa giştî ya Sûriyeyê, guhertinên siyasî yên dawî û seqamgiriya herêmî hatin kirin.

Di beşek din a civînê de, her du aliyan tekezî li ser girîngiya parastina aştî, ewlehî û seqamgiriya navçeyê kirin. Her wiha hat destnîşankirin ku di çarçoveya destûreke nû de, misogerkirin û garantîkirina mafên neteweyî yên Kurdan û tevahiya pêkhateyên din ên li Sûriyeyê mercê sereke ye ji bo peydakirina aramiya domdar.