Mezlûm Ebdî li Dîdara MERI: Em ê bi nasnameya xwe tevlî artêşa Sûriyeyê bibin

Mezlûm Ebdî li Dîdara MERI: Em ê bi nasnameya xwe tevlî artêşa Sûriyeyê bibin

Mezlûm Ebdî diyar kir ku ew hewlan didin mafên Kurdan di destûrê de bînin cih û got: “Di rêkeftina 10ê Adarê de hatiye diyakirin ku divê mafên Kurdan di destûrê de bêtin garantîkirin.”

Mezlûm Ebdî, Şêwirmendê Serokatiya Komara Sûriyeyê, di Dîdara MERI de ragihand: “Pirsgirêka me ya zimanî heye û hîn nehatiye çareserkirin, lê belê pêşketin heye. Dozeke Kurdî li Sûriyeyê heye û deverên Kurdî xwedî taybetmendiya xwe ne. Dîsa jî li Efrîn û Cizîrê hîn pirsgirêk hene ku divê bên çareserkirin.”

Mezlûm Ebdî da zanîn ku asteke baweriyê di navbera wî û Ehmed Şera de çêbûye, lê tekez kir ku ji bo avakirina baweriyeke temam “di navbera me û Şamê de dem pêwîst e.”

Ebdî derbarê proseya tevlîbûn û entegrasyona di nav artêşa Sûriyeyê de got: “Em gihîştine asteke ku paşveveger jê re tune ye. Em ê bi nasnameya xwe tevlî hêzên Sûriyeyê bibin. Sûriyeyeke nû tê avakirin û derfetên baş ji bo gelên Sûriyeyê hene; di heman demê de astengî jî hene ku divê em wan derbas bikin.