Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ku ji bo beşdarbûna li Konferansa Serokên Parlamenterên Ewropayê li Îtalyayê bû, li Balyozxaneya Romayê ya Tirkiyeyê di bernameya “Hevdîtina bi Civaka Tirk re” de axivî. Kurtulmuş derbarê pêvajoya ku wekî “Tirkiyeya Bêteror” tê binavkirin de tekez kir ku eger PKK çekan daneyne, yasaya çarçoveyê qet nakeve meriyetê û di vê mijarê de sîgortayên pêwîst di yasayê de hatine bicihkirin.
Kurtulmuş di axaftina xwe de bal kişand ser wê yekê ku pirsgirêka terorê nîv sedsalî ye û Tirkiyeyê di vê rêyê de berdêlên mezin dane. Wî da zanîn ku ji havîna sala 2025an û vir ve bi pêşengiya Parlamentoyê “Komisyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê” rapora xwe amade kiriye û di 10ê Tebaxê de jî “Yasaya Sazkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekitiya Civakî” bi dengên 467 parlamenteran hatiye qebûlkirin. Kurtulmuş destnîşan kir ku ev tifaq û piştgiriyeke bêhempa ye di dîroka demokrasiya Tirkiyeyê de.
Serokê Parlamentoyê diyar kir ku pêngava ewil a vê pêvajoyê xwefesixkirina rêxistina terorê û danîna çekan e û ev pêvajo bi awayekî neteweyî tê birêvebirin. Kurtulmuş got: “Car caran di nav welatiyên me de fikarên wekî ‘Eger çekan daneynin?’ tên rojevê. Tiştekî wiha nîn e. Eger çekan daneynin, jixwe ev yasaya ku hatiye qebûlkirin nakeve meriyetê. Li vir wekî dewlet, me xwe û gelê xwe ewle kiriye û me sîgortayên wê di nav yasayê de bi cih kirine.”
Di dawiya axaftina xwe de, Kurtulmuş sê sîgortayên sereke yên di yasayê de rêz kirin: Yekem, tesbîtkirina yekeyên ewlehiyê û piştrastkirina Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK); duyem, lijneya berpirsiyar a di bin serokatiya Alîkarê Serokkomar de; û sêyem jî komîsyona şopandinê ya ku dê di nava Parlamentoyê de were avakirin. Wî her wiha anî zimên ku ev pêvajo dê bandorên erênî li ser herêmê, bi taybetî li Sûriye û Iraqê jî bike.