Foruma MERI, ku di 12-13 ê Cotmeha 2026 an de li Hewlerê hat lidarxistin, bû mijara rexneyên her kesê ku ji nêz ve siyaseta Kurd dişopîne. Di demên dawî de, baregahê Barzanî daxuyaniyek weşand û got çi têkiliya wan bi Foruma MERI re nîne û rexneyên xwe anî ziman.
Hin derdoran di serî de PKK û pêkhateyên pêve girêdayî kampanyayek reşkirinê dan destpêkirin da ku esesa daxuyaniyê berûvajî bikin. Wan rexneyên baregahê Barzanî bi sedemên bê bingeh ên wekî “têkoşîna desthilatdariyê di navbera du pismaman de” û “nerehetiya ji hevhatina Kurdan” ve girê dan. Televîzyona Sterk a PKK ê wêneyek Mazlum Ebdî, Îlham Ehmed, Qubat Talabanî û Tuncer Bakirhan bi hev re parve kir û ragihand, “Gelo Barzanî ji vê wêneyê aciz bûn?”
Lêbelê, rexneyên Baregahê Barzanî pir zelal bûn. Daxuyaniya Baregahê Barzanî diyar kir ku “MERI hemû partiyên siyasî nagire nav xwe û hin alî nayên temsîlkirin.” Her wiha hişyariyek pir eşkere da ku got ” Vê formê dabeşbûn û cidabûn di navbera gelê Kurd de bêtir kûr dike.”
Forma îsal a MERI ji roja yekem ve ji gelek alîyên sîyasî ên Kurdan ve hat rexne kirin. Venexwendina çi nûnertiya Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî balkêş bû. Ne tenê partiyên siyasî, lê her weha rewşenbîr û nivîskarên Rojhilatê Kurdistanê jî nehatin vexwandin. Wekî din, kesek mîna Bafil Talabanî, ku têkiliyên wî yên gumanbar bi Îranê re hene, derket û got, “Pêvajoya entegrasyonê dê li Îranê jî dest pê bike.”
Ji aliyekî din ve, ji bilî Ebdî û Ehmet, yên ku siyaseta entegrasyonê li Rojava temsîl dikin, ti komeke din nehatibû nav forumê. ENKS û hemû komên girêdayî wê nehatibûn vexwendin bo forumê. Wekî din, li Bakur, tenê Tuncer Bakirhan, serokê Partiya DEM, cih girt, mîna kul i Bakûr Kurdên din tune bin. Pêvajoya “Tirkiya bê teror”, ku ji hêla Baxçelî ve li Bakurê Kurdistanê hatiye destpêkirin, jî bi awayekî yekalî hate pêşkêş kirin. Pêvajo tenê hate pesinandin. Lêbelê, li Bakurê Kurdistanê beşek mezin heye ku entegrasyonê rexne dike, ji yên ku piştgirî didin entegrasyonê pir zêdetir. Ev layen hatin paşguh kirin.
Rexneyên li ser yek dengî û yekalî ya MERI, ku temsîla hemû Kurdan nake, ji destpêkê ve hatine kirin. Gelek derdorên siyasî nerînên xwe yên li ser vê mijarê ji gelek rayedarên peywendîdar re ragihandine. Baregahê Barzanî nêzîkatiya dûrxistin û parçeker a MERI ya li hember beşek mezin ji nifûsa Kurd helwestek zelal nîşan da. Serok Barzani mercîyê Kurd e ku berpirsiyariya hemî neteweyî û di demên krîtîk de ji bo hemû beşên Kurdistanê rêberiyê dike. Bê guman, Konferansek wekî MERI, ku mîsyonek ji xwe re daniye, berpirsiyariyek jî heye ku li dijî rûniştinên ku Kurdan parçe dikin û wan tenê wekî dîvelokên entegrasyonê kêm dikin, helwestek zelal nîşan da.
Ji ber vê yekê, divê mirov baweriyê nede wan kesên ku dixwazin cewherê daxuyaniya Baregahê Barzanî bêwate bike. Berevajî vê, rexneyên baregahê Barzanî alîkarî kir ku rojeva navmala Kurd û kolana Kurd were sererast kirin. Bi vî rengî, rê li ber rexneyên ne tenê li ser pêkhateya MERI, di heman demê de li ser dûrketina wê ji rojevê û nîqaşên ku ji Hebûna Neteweyî ya Kurd re sûdmend nînin jî vekir.
Konferans, ku di nava krîza Rojhilata Navîn de hat lidarxistin, daxwazên Kurdan neanî ziman. Berevajî vê, nêzîkatiyên kesên ku dixwazin destkeftiyên Kurdan bitepisînin nerm kir û dupad kir. Li dijî ti pêkhateyek ku dixwaze Kurdan qels bike, tu rexneyek biçûk jî nehat kirin.
Ji ber vê yekê, pirsgirêka civîna MERI ya 2026 an ne tenê pêkhateya forumê bû, lê di heman demê de naveroka wê jî bû. Bê guman, ramanên kesên tevlî bûyî mûhra xwe li forumê dan. Û ji ber ku forumê navên nêzîkî PKK ê li Rojava û Bakur vexwendin, rewşa rastîn a van aliyan nehat dîtin. Xeta entegrasyonê li ser konferansê serwer bû.
Mînak, Mazlum Ebdî û Îlham Ehmet wekî qehreman, wekî nûnerên yekane yên Rojava hatin vexwendin, tevî têkçûna li Rojava. Lêbelê, siyaseta ku wan 13 salan li ser Rojava sepandî, bû sedema radestkirina hemî destkeftiyên Rojava ji Şamê re. Û ji despêkê ve partî, rewşenbîr û siyasetmedarên ev sîyaset rexne dikirin tevlî konferansê nehatin kirin. Denge wan li forumê nebû.
Bi heman wayî, Tuncer Bakirhan di daxuyaniyên xwe de hewl da ku wêneyek geş derbarê “entegrasyonê” de nîşan bide. Wî navê fermî yê vê pêvajoyê ku dewlet jê re dibêje “Tirkiyeya bê teror” jî bi kar neanî. Bakirhan her wiha dewleta Kurd red kir û got, “Carinan ne hewce ye ku hûn xwediyê perçeyek axê bin da ku azad bin.” Ji ber ku kesek din ku Bakur temsîl dikir tune bû, gotinên Bakirhan bê bersiv man.
Bi rastî, navnîşa kesên vexwendî muhra xwe li rojevê da.
Bi rastî, dema ku siyasetmedarên PKK ê ji Bakur û Rojava tên Hewlerê, ew mêvanên pir baş in, ew spasiya Serok Barzani dikin, ew bi her dezgehek medyayê re diaxivin, xwe didin pêş û bi rêzdarî tevdigerin. Lêbelê, gava ku ew sînor derbas dikin û diçin malê, ew tenê dijminatiyê li hember Barzani nîşan didin. Hemî şêwazên bêrêzîyê li nirxên neteweya Kurd û mercîyê dikin.