Bûbê Eser
Qada navneteweyî û bi taybetî Rojhilata Navîn dide nîşandan ku divê li Bakurê Kurdistanê temsîleke ku bikaribe li ser navê hemû Kurdên welatparêz li dijî wê xeta ku bi navê “entegrasyonê” ku di bingeh de tunebûna Kurdan e ava bibe, da ku ew jî bikevin nava hêz, qawet û rojeva cîhanê.
Weke tê zanîn, Bakurê Kurdistanê perçê herî mezin e, lê mixabin ji ber ku di nava partî û hêzên siyasî de yekîtî û yekrêzî tune ye, kes wan weke muhatabê pirsgirêka Kurdên Bakurê Kurdistanê nabîne. Loma divê demildest bêyî ku tu cûdahiyekê bixin nava tevger û partiyên Kurdistanê, ew yekîtî û yekrêziya tê xwestin pêk bê.
Pêkanîna hebûneke weha dê Kurdên Bakurê Kurdistanê bike xwediyê temsîlkarên mîletê xwe. Ew ê bibin hêz û qawetek ku li hemberî wê entegrasyona ku di bingeha xwe de tunebûna Kurdan bi xwe re tîne, rawestin.
Kurdên Bakurê Kurdistanê çiqasî dûrî hev bin, ewqasî jî dê ji doza Kurdistanê ya li qada navneteweyî dûr bin. Xwedîderketina li doza xwe, bi yekîtî û yekrêziyê pêk tê; ev yek li hemû cîhanê wisa ye. Ji bîr nekin ku azadiya Başûrê Kurdistanê bi saya serê wî eniyê ku bi serpereştiya nemir Îdrîs Barzanî hatibû avakirin, pêk hat.
Divê êdî em li xwe vegerin û ji dîrok û çanda xwe mînakên ku wê me bigihîjin mafê me yê rewa, dersan derxînin. Em dûr nexin û li xwe, li dîroka xwe, li qehreman û serokên xwe yên têkoşer binêrin; bibînin ku wan ji bo doza gelê xwe çi xebat kirine û çawa piranî bûn cangorî.
Bila em têkoşîna gel û ya Barzaniyan a sed salî berçav bigirin, kêmûnasiy û şaşiyên ku hatine kirin bibînin û wan ji bo azadî û serxwebûna Bakurê Kurdistanê temam bikin. Serxwebûna Bakurê Kurdistanê azadî û serxwebûna perçên din jî bi xwe re tîne.
Lê mixabin îro ew hêz û baweriya ku ji Bakurê Kurdistanê dihate hêvîkirin, mirî ye. Tevger û xebatên îro ketiye destê alîgirên entegrasyonê ku ev yek jî bi navê “entegrasyonê” roja bi roj me nêzîkî tunebûnê dike û hebûn û neperçekirina dagirkeran xurtir dike.
Di van şert û mercên tevlîhev de divê Bakurê Kurdistanê li xwe, li dîroka xwe, li têkoşîn û berxwedanên pêşiyên xwe xwedî derkeve. Ev yek jî tenê di nava yekîtî û yekrêziya wan de dikare bibe misoger.
Heke alternatîfek ji hemû pêkhateyên li Bakurê Kurdistanê pêk bê, êdî em dikarin bi rehetî bêjin ku em bûn xwediyê temsîleke Kurdistanî ku êdî dinyayê jî em nas kirine.
Bi saya temsîlkariyeke weha, em ê jî êdî bikaribin li ser navê Bakurê Kurdistanê beşdarî xebat, civîn û platformên navneteweyî bibin. Loma heta ku em nebin xwediyê hêzeke yekdeng û yek temsîlî, qedera me dê di destê entegrasyonciyan de be ku armanca wan a sereke jî tunebûna me tevan e.
Madem ku em hemû vê rewşê dizanin û dibînin, çima em nikarin hêz û qaweteke yekgirtî bi hev re damezrînin? Gelo çi nakokiyên mezin di nava partî û rêxistinên Bakurê Kurdistanê yên ku ji xwe re dibêjin “em Kurdistanî ne”, de hene?
Gelo heta kengî em ê ji civîn û platformên navneteweyî bêpar bimînin? Ma qey ev rewş bi xweşiya we jî diçe ku hûn yekîtiya xwe pêk naynin û temsîlkariya Bakurê Kurdistanê didin entegrasyonciyan?
Astengiyên pêşiya yekîtî û yekrêziya nava partî û tevgerên Bakurê Kurdistanê çi ne? Wê eşkere bikin da ku em jî bizanibin û li gorî wê bibin xwedî helwestên Kurdistanî.
Min gelek caran astengî û çareserî jî nivîsîne, loma naxwazim wan li vir dubare bikim. Lê belê divê em dubarekirina neyekrêziyê bidomînin, heta ku ew yekîtî pêk bê…