Hakan Fîdan li Bexdayê dosyayên germ nirxandin: Pêngavên çekdanînê û rewşa Şingalê li ser masê bûn

Hakan Fîdan li Bexdayê dosyayên germ nirxandin: Pêngavên çekdanînê û rewşa Şingalê li ser masê bûn

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya ji bo Bexdayê de ku ji bo beşdarbûna Civîna Konseya Wezîrên Karên Derve yên Rêxistina Hevkariya Îslamî pêk hatibû, rêzehevdîtinên dîplomatîk û ewlehî pêk anîn. Di serdanê de Tirkiyeyê piştî sal û nîvekê serokatiya vê rêxistinê radestî Îraqê kir.

Fîdan di daxuyaniya xwe ya ji bo medya fermî de anî ziman ku wî bi Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî re li ser çendîn dosyayên stratejîk yên mîna enerjî, binesazî, Projeya Rêya Bipêşketinê, tora parastin û ewlehiyê, rûbirûbûna terorê û taybetî çareserkirina pirsa Şingalê gotûbêjên kûr kiriye. Wî helwesta avaker a serekwezîrê Îraqê bo geşepêdana pêwendiyan bilind nirxand.

Di pêngaveke din a girîng de, Fîdan bi Serokê Desteya Heşdî Şebiyê Falih Feyaz re hevdîtin kir û da zanîn ku wan rewşa herêmê û tedbîrên pratîkî yên ji bo pêngavên çekdanîna komên çekdar ên li Îraqê nirxandine. Di çarçoveya vê serdanê de, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê her wiha bi Wezîrê Derve Fuad Husên, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî Qasim Ebbûdî, Serokê Parlamentoyê Heybet Helbûsî û Serokê Eniya Tirkmenî Mihemed Seman Axa re civiya û pabendbûna Enqereyê ya bo piştgirîkirina aramiya Îraqê dupat kir.