Rêveberiya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji ber pêleke bihêz a baranbarîn, reşeba û rabûna lehiyê ji bo 31 parêzgehan ku bajarên Bakurê Kurdistanê û metropolên mîna Stenbol, Bûrsa û Zonguldakê li xwe digire, hişyariya astengî û xetereyê da.
Li gorî daxuyaniya Wezîrê Jîngeh, Bajarsazî û Guhertina Keşûhewayê Murad Korum, hemû saziyên têkildar ji bo rûbirûbûna vê pêla hewayê ketine rewşa amadebaşiyê. Korum bang li welatiyan kir ku hişyariyên fermî bi baldarî bişopînin da ku zirarên canî û malî çênebin. Li herêmên çiyayî û başûrê rojhilatê Bakurê Kurdistanê tê payîn ku leza bayî bigihîje 40 heta 80 km di Saetê de, ku ev yek metirsiya daçûna erdê û astengiyên trafîkê zêdetir dike.
Ev pêla xurt li gelek deveran jiyan seqet kiriye. Li navçeya Pendikê ya Stenbolê, ji ber bilindbûna asta avê di çemê Gocbeyliyê de, lehiyê otomobîlek ligel 3 siwarên wê bir. Kesekî ji wan bi şikandina şûşeyê û girtina tayê darê xwe rizgar kir, lê lêgerîna tîman ji bo dîtina du kesên din berdewam dike.
Zaniyarî diyar dikin ku ev karesata xwezayî tenê çend roj piştî lehiya berê ya Stenbolê rû dide ku di encama wê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Xetereya lehiyên ji nişkê ve di van salên dawî de ji ber guhertina keşûhewayê û kêmketina qadên keskatiyê li bajarên mezin zêde bûye. Saziya Keşnasiyê bi sîstema hişyariya rengan (zer û porteqalî) xebatên xwe yên hişyarkirina raya giştî didomîne.