HPG di 8 ê Cotmehê de ragihand ku wan çar tunelên li herêma Gundê Bazê ya li rojavayê Metîna vala kirine. Lêbelê, daxuyaniya PKKê a bi kêmûkasî bû. Ji ber ku PKKê ew vala nekirine, belku rasterast radestî leşkerê Tirk kirin. Di cih de piştî daxuyaniya PKKê, ajansa nûçeyan a fermî ya dewleta Tirk, AA, wêneyên tunelan weşandin.
Li gorî agahiyên me, di destpêka Cotmehê de, grûpeke HPGê yên pilebilind ji Berê Gare gihîşt herêma Bazê ya li rojavayê Metîna. Yekîneyeke leşkerên Tirk ên ku girê Bazê digirtin jî çûn herêma ku şikeft lê bûn û pêvajoya radestkirinê dest pê kirin.
Ev şikeft ew tunelin ku PKKê ji sala 2023an vir ve vala kiribûn û ji wê demê ve venegeriyabûn wir. Artêşa Tirkiyê di sala 2023an de li girê Bazê yê li jorî tunelan bi cih bibû. Lêbelê, artêşa Tirkiyê bi xwe rasterast neket nav tunelan.
Di 6 ê Tîrmeha 2025 an de, leşkerên ku diketin tunelên li gundê Sîda, ku PKKê radestî dewleta Tirkiyê kiribûn, bi gaza metan jehrî bûn û 12 leşker mirin. Vê carê, dewleta Tirk çekdarên PKKê ji bo misogerkirina ewlekarîya leşkerê xwe li pêşxwe da şandin bo nava tûnêlê.
Piştî radestkirina tunelan, endamên PKKê vegeriyan Berê Gare û cenazeyên gerîlayên ku berê di demên cûda de li herêmê miribûn, komkirin. Ji Hezîrana 2026an vir ve, PKKe bi destûra dewleta Tirkiyê cenazeyan ji Metîna kom dike. Tarmên gerîlayên ku di pevçûnên salên dawî de jîyana xwe ji dest dabûn û li herêmê hatine veşartin, bi wesayîtan ber bi Berê Gare ve têne veguhastin. PKKe bi destûra dewleta Tirkiyê li dora gundên Ekmalê û Meyrokê yên Gare goristanan çêdike.
Ev ne cara yekem e ku çekdarên PKKê yên li herêma Behdînanê bi leşkerên Tirk re hevdîtin dikin. Di Gulana 2025an de, bi talîmatên Ocalan, PKKê licneyek di navbera hêzên xwe yên li herêma Behdînanê û dewleta Tirk de ava kir. Bi rêya vê mekanîzmayê, PKKê di sala 2025an de li Metîna herêma Sergelê û Gûherzê hin çekên xwe yên giran jî radestî artêşa Tirk kirin. Her wiha ew sengerên xwe yên li dora gundê Berçî, Balave û Guherzê di bin koordînasyona leşkerê Tirk de bi wesayîtan veguhestin bû herêma Gare.
Li gorî çarçoveya qanûna nû, ji bo ku gerîlayên PKKê çekên xwe deynin, divê Konseya Ewlekariya Neteweyî a Tirk piştrast û teyîd bike ku wan xwe bêçek kirîye. Her çend rêveberên PKKê carinan bi eşkereyî dibêjin ku pêvajo pêş nakeve, lê belê pêvajo li Behdînanê rêve diçe. Konseya Ewlekarîya Millî çek û tunelên PKKê tespît dike û dewr digire. Û ji bo ku ev pêvajo baş bixebite, çawa ku li jor di navbera Ocalan, dewletê û rêvebirên PKKeya hilweşiyayî de mekanîzmayek heye, li jêr jî li deverên wekî Metîna, Gare, Xaxurkê û Silêmaniyê mekanîzmayek heye ku pêvajoyê dimeşîne.
Rastî nayê eşkerekirin, lê pêvajo bi lez û bez tê meşandin. Tê pêşbînî kirin ku PKKe di rojên pêş de tunel û sengerên din ên li herêma Gare radest bike.