Mafê Serok Barzanî ye ku Xelata Nobelê Wergire

Mafê Serok Barzanî ye ku Xelata Nobelê Wergire

Bûbê Eser

Mirov ji ber xebatên xwe yên bêdawî û çandî yên ji bo ziman û pêşveçûna çandê, ji bo mirovahiyê, parastina jîngeheke paqij, rawestandina şeran û ji bo aştî û demokrasiyê kar dikin û projeyan pêşkêş dikin; heq dikin ku di hember karên xwe yên pîroz û hêja de bibin xwediyê Xelata Nobelê.

Lê dema em li dîroka Serok Barzanî dinêrin, bi rastî jî kesayetên wekî cenabê wî gelekî kêm in. Serok hem bi mililmantiya (mutewazîbûna) xwe hem jî bi kar û xebatên xwe yên ji bo gelê xwe û demokrasiyê kirine, cihê pesnê ye.

Serok jiyan û têkoşîna xwe ji bo azadî û serxwebûna Kurdistana xwe terxan kiriye. Loma cenabê wî di ciwaniya xwe de bûye pêşmerge û heta hebe jî dê wekî pêşmergeyekî bijî. Di nava vê hewldan û xebatê de, fikir û ramanên cenabê wî ji bo ku Kurdistaneke serbixwe û aştiyeke rastîn di Rojhilata Navîn de bi ser bikeve, zelal in; ked, xebat û nêrînên wî li ber çavan in.

Ji bo Kurdistaneke azad û serbixwe, berxwedan û xizmetên cenabê wî li vê cîhanê têne zanîn. Her wiha ji bo ku pêkvejiyana rastîn li Kurdistaneke azad pêk bê, helwest, gotin û nêrînên wî gelekî eşkere ne.

Bîr û raya cenabê wî ya di derheqê mirovahî û kêmneteweyên li Kurdistanê de em dizanin û dibînin. Ji ber ku îro li wê Kurdistana azad, mafên hemû kesên ku li ser wî erdî dijîn wekhev in. Ji bo ku ev wekhevî û pêkvejiyan bi vî awayî bibe domdar, helwest û hewldanên Serok Barzanî cihê şanzaziyê ne.

Xwedîderketina li mafên jinan û parastina ciwanan dîsa eşkere ye; ji bo ku ciwan xwedî li welatê xwe derkevin û jin wekî bingeh û hîmên welat bi erkên xwe rabin, tespît û pêşniyarên cenabê wî vekirî û zelal in.

Di qada navneteweyî de û di danûstandinên cenabê wî de, hemû Ewropî vê yekê dizanin. Loma qîmet û rûmeteke mezin a cenabê wî di qada navneteweyî de heye. Divê em Kurd jî vê yekê bi piştgiriya xwe geş û xurt bikin.

Lê mixabin, em wekî Kurd hêj nebûne xwediyê dewleteke serbixwe; loma em wekî serok, rewşenbîr, nivîskar û aştîxwazên Kurd ji Xelata Nobelê bêpar in.

Bi vê sedemê, ez dixwazim dengê xwe bigihîjînim wê dezgeha pîroz ku li ser navê gelê Kurd xelata aştiyê bidin Serok Barzanî.

Her wiha deng, gazî û hawara xwe digihîjînim hemû Kurdan ku em bi hev re hewl bidin da ku Serok Barzanî vê xelata pîroz ku bi kar û xizmetên xwe yên hêja û di rêya aştî û demokrasiyê de heq kiriye wergire.

Ji bo vê yekê jî ez pêşniyar dikim ku partiyên me yên siyasî, rewşenbîr û nivîskarên me, û hemû beşên Kurdistaniyan ên ji her çar parçeyan, daxwazên xwe bigihîjînin Akademiya Nobelê û doza wergirtina vê xelata pîroz ji bo Serok Barzanî bikin.

Ji bîr nekin, gelek tişt hene ku em bixwe dikarin bikin; ev jî yek ji wan tiştan e ku em dikarin bi hev re ji bo wê kar û xebatê bikin.

Wergirtina Xelata Nobelê ya ji bo aştiyê ji aliyê Serok Barzanî ve, tê vê wateyê ku Kurd jî aştîxwaz in.