Li Çiyayê Şengalê îro, Duşemê (26ê Cotmeha 2026an), prososa tevlîkirina çekdarên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) di nav dezgehên ewlehiyê yên Hikûmeta Federal a Îraqê de bi merasîmeke taybet dest pê dike.
Li gor agahiyan di çarçoveya lihevkirina di navbera PKKê û hikûmeta Iraqê de, nêzîkî 4 heta 5 hezar çekdarên YBŞê di nav çend qonaxan de dibin beşek ji hêzên ewlehiyê yên federal ên Îraqê. Li gorî mekanîzmaya lihevkirî, ev hêz dê li ser navê parastina herêmî li Şengalê bisekinin. Tê payîn ku fermandarên payebilind ên ewlehî û leşkerî yên Îraqê û YBŞê di merasîmê de amade bibin.
Ev gav di çarçoveya siyaseta Hikûmeta Elî Zeydî de ye ku armanc dike hemû çekan bixe bin kontrola dewletê. Berdevkê YBŞê Hadî Elyas berî hefteyekê ragihandibû ku danûstandinên wan ligel Bexdayê ji meha Sibatê ve berdewam bûn. Ev yek piştî wê yekê tê ku hikûmeta Îraqê PKK qedexe kiribû û YBŞê xwest ku bi rêya tevlêbûna fermî berxwedan û paşeroja civaka Êzîdî di nav sîstema dewletê de misoger bike.