Li bajarê Hesekê xwendekarên ku ji bo daxwazkirina mafê perwerdeya bi zimanê dayikê li ber avahiya parêzgehê civiya bûn, rastî êrişa bi dar û keviran hatin.
Komek xwendekar ji bo redkirina sînordarkirinên li ser zimanê kurdî û daxwazkirina perwerdeya bi zimanê zikmakî li ber avahiya Parêzgeha Hesekê çalakiya nerazîbûnê pêk anîn. Lê belê ev çalakî rastî destwerdan û êrişê hat.
Beşdarên çalakiyê diyar kirin ku komek kes ji taxa Xiwêranê ber bi wan ve hatine û kevir avêtine ser xwendekaran.
Biryara Şamê Tê Redkirin
Ev çalakiya xwendekaran parçeyek ji pêla nerazîbûnan e ku li herêmên cuda yên parêzgeha Hesekê belav bûye. Xelkê herêmê û aktîvîst sînordarkirinên li ser zimanê kurdî red dikin.
Beriya niha hikûmeta Şamê zimanê kurdî wekî “zimanekî niştimanî” pênase kiribû û li herêmên kurdî heftane tenê 3 saet ders (tevî saetek çalakiya çandî) ji bo kurdî veqetandibû.
Lê belê xwendekar, mamoste û saziyên civakî vê gavê wekî hewldaneke ji bo tengkirina qada zimanê kurdî dibînin û daxwaz dikin ku zimanê kurdî di perwerdeyê de bibe zimanekî fermî.