Serok Mesûd Barzanî çalakirina Parlamentoya Kurdistanê li gelê Kurdistanê, desteya serokatiyê û aliyên siyasî pîroz kir û destnîşan kir ku ev pêngav di xizmeta berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê de ye.
Serok Barzanî bi boneya çalakirina Parlamentoya Kurdistanê peyamek belav kir û pîrozbahî li gelê Kurdistanê û Desteya Serokatiya Parlamentoyê kir. Di peyamê de bal hat kişandin ser wê yekê ku piştî derbasbûna nêzîkî du salan Parlamentoya Kurdistanê ji nû ve dest bi karên xwe kiriye û spasiya wan parlamenteran hat kirin ku bi erkê xwe yê qanûnî û nîştimanî rabûne.
“Li dijî tu kes û aliyekî nîne”
Serok Barzanî di peyama xwe de tekez kir: “Çalakirina parlamentoyê pêngavek e ber bi parastin û bihêzkirina Herêma Kurdistanê ve û li dijî tu kes û aliyekî nîne û bi piştrastî ve dê di xizmeta berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê û proseya siyasî de be.”
Her wiha Barzanî banga tevlêbûnê li aliyên din jî kir û got: “Niha ku parlamentoyê dest bi karên xwe kiriye, ez daxwazê ji hemî wan aliyên rêzdar dikim ên ku tevlî wê proseyê nebûne, ew jî tevlî wê bibin û bi hev re pêxemetî xizmetkirina gelê Kurdistanê û pêngavên din hevkar û alîkarên proseya siyasî bin.”
Rûniştina Duyê Hat Lidarxistin
Îro Çarşemê, 4ê Mijdara 2026ê, bi amadebûna 52 parlamenteran rûniştina duyê ya parlamentoyê hate lidarxistin û di encamê de serok, cîgirê serok û sekretêrê parlamentoyê hatin hilbijartin. Piştî hilbijartinê, Seroka Parlamentoya Herêma Kurdistanê Vala Ferîd bang li tevahiya fraksiyonan kir ku tevlî civînên bê bibin û daxwaz kir ku heta roja Duşema bê navên kandîdên xwe ji bo avakirina lîjneyên parlamentoyê, bi taybetî lîjneya qanûnî, pêşkêş bikin.