Kurtulmuş ji bo avakirina “komîsyona çavdêriyê” dest bi serdanên partiyan kir

Kurtulmuş ji bo avakirina "komîsyona çavdêriyê" dest bi serdanên partiyan kir

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê (TBMM) Numan Kurtulmuş, bi armanca guftûgokirina li ser avakirina “komîsyona çavdêriyê” ya ku biryar e li parlamentoyê were damezrandin, dest bi rêzehevdîtinên ligel serok û nûnerên partiyên siyasî kir. Kurtulmuş di çarçoveya van hevdîtinan de ligel serokatiya CHPê civiya.

Numan Kurtulmuş îro (10ê Mijdarê) serdana navenda CHPê ya li parlamentoyê kir. Hevdîtina ku nêzîkî 40 deqîqeyan dewam kir û ji çapemeniyê re girtî pêk hat, di atmosfereke gotûbêjên li ser pêvajoya siyasî de derbas bû. Li gorî zanyariyan, di hevdîtinê de derbarê avakirina “komîsyona çavdêriyê” ya ku di çarçoveya xebatên nû yên yasayî de tê plankirin, nêrîn û pêşniyar hatin parvekirin.

Hevdîtinên ligel AK Partî, DEM Partî û MHPê

Hat ragihandin ku Numan Kurtulmuş dê di rojên pêş de serdanên xwe bidomîne û bi serokên fraksiyon û nûnerên Partiya Dad û Geşedanê (AK Partî) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) re jî bicive. Her wiha hate diyarkirin ku randevûya Kurtulmuş a bi Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) re jî ji bo 12ê Mijdarê hatiye plankirin.

Serokê Parlamentoyê Kurtulmuş di daxuyaniyên xwe yên berê de bal kişandibû ser girîngiya avakirina vê komîsyonê û destnîşan kiribû ku ew dixwazin komîsyon bi beşdariya herî berfireh a partiyên siyasî û bi konsensuseke xurt were damezrandin, da ku karibe bingeheke saxlem û civakî peyda bike.

Li aliyê din, berpirs û nûnerên DEM Partiyê jî di daxuyaniyên xwe yên dawî de banga lezkirinê ji bo avakirina vê komîsyonê kiribûn û bal kişandibûn ser wê yekê ku divê rê li ber astengî û sistbûna di pêvajoyê de were girtin.