Komek ji 80 rewşenbîr, akademîsyen, nivîskar, hiqûqnas û çalakvanên sivîl ên Kurdistanê bi daxuyaniyekê li dijî kampanyaya biherêmkirina Silêmaniyê derketin. Îmzakeran di daxuyaniya xwe ya bi navê “Bangawaziyek ji bo Parastina Yekîtiya Herêma Kurdistanê” de tekez kirin ku çareseriya kêşeyên xelkê bi çaksazî û dadperweriyê pêk tê, ne bi parçekirina Herêma Kurdistanê.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Herêma Kurdistanê berhema dîrokeke hevbeş û têkoşîna çendîn nifşan e û cudahiyên di navbera bajaran de dewlemendî ne, ne sedema qutbûnê. Nivîskaran pirsîn ku gelo pirsgirêka welatiyan di yekgirtiniyê de ye yan di şêwaza birêvebirin û nedadperweriyê de ye, û destnîşan kirin ku eger pirsgirêk di îdarekirinê de be, divê çareserî di çaksaziya saziyan û dabeşkirina dadperwer a samanan de bê dîtin.
“Silêmanî Milkê Ti Partiyekê Nîne”
Rewşenbîran her wiha helwesta xwe ya li hemberî komkirina îmzeyan anî ziman û gotin ku ev kampanyayên bi vî rengî nikarin bibin nûnertiya raya giştî. Wan hişyarî dan ku nabe ti bajar bibe qurbaniyê nakokiyên partiyan û gotin: “Ne Herêm milkê ti partiyekê ye û ne jî Silêmanî milkê ti hêzeke siyasî ye.”
Di dawiya daxuyaniyê de, îmzakeran bi bîr xistin ku sembolên wêje û dîroka Kurdî yên wekî Nalî, Şêrko Bêkes, Mestûre û Hepsexan bi hev ve girêdayî ne û bang li hemû aliyên rewşenbîr û siyasî kirin ku berjewendiyên giştî li ber çavan bigirin û li dora maseya danûstandinê bicivin.