Pasdarên Îranê: Li sînorê Rojava şaneyeke PJAKê hate bêbandorkirin

Pasdarên Îranê: Li sînorê Rojava şaneyeke PJAKê hate bêbandorkirin

Ajansa nûçeyan a Îranê Mehr News ragihand ku Hêzên Bejayî yên Pasdarên Şoreşa Îranê li ser sînorê rojavayê welêt operasyonek li dijî endamên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) pêk anîne. Li gorî daxuyaniyê, di encama pevçûnê de şaneyeke ku amadekariya çalakiyan dikir hatiye têkbirin.

Di daxuyaniya fermî ya Baregeha Bejayî ya Necef Eşref de hat diyarkirin ku koma navborî ji aliyê yekîneyên îstîxbaratê ve hatiye şopandin, dema ku plan dikir derbasî nava axa Îranê bibe. Operasyon piştî şerekî di navbera endamên PJAKê û Lîwaya Komando ya Ensar el-Resul de hatiye encamdan.

Di dawiya daxuyaniyê de her wiha hate destnîşankirin ku di encama operasyonê de gelek çek, alav û teqemeniyên ku aîdî wê komê bûn ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine desteserkirin.