Nizamettîn Arîç ji Bafil Talebanî re nameyek nivîsî û tede gotiye: «Divê paşeroja Kurdistanê nebe berdêla ti nakokiyeke siyasî. Hewldana dabeşkirina Kurdistanê, xirabî û xiyaneta herî mezin û bêefû ye ku Kurdek dikare bike».
Hunermendê navdar ê Kurd Nizamettîn Arîç, ji Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî re nameyeke vekirî şand û tê de xemgîniya xwe ya kûr a li hemberî pêşhatên siyasî yên dawî yên li Herêma Kurdistanê anî zimên.
Arîç di nameya xwe de bal kişand ser helwesta YNKyê ya li hemberî Parlamentoya Kurdistanê, biryara vekişîna ji hikûmetê û îhtimala avakirina birêvebiriyeke cuda ya li Silêmaniyê.
Wî destnîşan kir ku ti nakokiya siyasî nikare bibe hincet ji bo xistina saziyên hevpar û destkeftiyên gelê Kurdistanê û parçekirina Kurdistanê wekî “tawanekî dîrokî û exlaqî” bi nav kir.
Hunermendê Kurd têkoşîn û keda Mam Celal Talebanî û Hêro Îbrahîm Ehmedê ya ji bo çand û doza Kurdî bi bîr xist û bangî Bafil Talebanî û hemû birêvebirên YNK û PDKyê kir ku bi aqil û berpirsiyarî tevbigerin, dest ji ramanên dabeşbûnê berdin, vegerin Parlamentoya Kurdistanê û rê nedin ku paşeroja Kurdistanê bibe qurbaniya nakokiyên siyasî.
Nameya vekirî ya Nizamettîn Arîç bi tevahî wiha ye:
“NAMEYEKE VEKIRÎ JI BAFIL TALEBANÎ RE
Li Ser Paşeroja Kurdistanê û Berpirsiyariya Dîrokî
Birêz Bafil Talebanî,
Ez vê nameyê ji we re wekî hunermendekî Kurd dinivîsim ku jiyana xwe terxanî muzîk, ziman û çanda Kurdî kiriye û ji ber vê yekê bi salan di sirgûnê de jiyaye.
Sala 2017an, ez di pêşbirka ‘Kurd Idol’ê ya ku li Silêmaniyê hat lidarxistin de, wekî endamê juriyê cih girtim. Di dema mayîna min a nêzî salekê ya li Silêmaniyê de, ez sê caran bûm mêvanê dêya we, Hêro Îbrahîm Ehmedê ku piştgirî da lidarxistina wê pêşbirkê jî.
Du caran bi vexwendina wê ya taybetî li mala wê hatim pêşwazîkirin. Li ser xwarinên Kurdî yên ku bi taybetî ji bo min hatibûn amadekirin, me sohbetên dirêj kirin. Me li ser salên sirgûniya min, muzîka Kurdî, çanda xwe û reh û kokên malbatên xwe yên ku digihîjin Wanê axivî. Di yek ji van serdanan de, min cara yekem birayê we, Qubad Talebanî nas kir.
Bavê we, Mam Celal, wê demê gelekî nexweş bû û di bin dermankirinê de bû. Ji ber vê yekê, derfeta min çênebû ku ez wî bibînim.
Hêro Xan, li Kurdistanê yek ji mezintirîn piştgirên hunerê bû ku min heta niha nas kiriye. Wê mala xwe veguherandibû cihekî mîna mûzexaneyê û di dirêjahiya jiyana xwe de piştgirî da gelek wênesaz û muzîkjenan. Ez ê evîna wê ya ji bo çand û hunera me û nêzîkatî û germiya wê ya li hemberî xwe ti carî ji bîr nekim.
Birêz Talebanî,
Sedema ku ez îro vê nameyê ji we re dinivîsim, xemgîniya min a kûr e li hemberî rûdanên siyasî yên dawî yên li Kurdistanê.
Helwesta Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ya li hemberî Parlamentoya Kurdistanê, biryara wê ya vekişîna ji hikûmetê û daxuyaniyên li ser îhtimala avakirina birêvebiriyeke cuda ya bi navenda Silêmaniyê, li ser paşeroja siyasî ya Kurdistanê pirsên gelekî cidî û giran derdixin holê.
Dibe ku di navbera partiyên siyasî de nakokî hebin lê ti nakokiyeke siyasî nikare bibe sedemeke rewa ji bo xistina saziyên hevpar û destkeftiyên gelê Kurdistanê di bin metirsiyê de.
Parçekirina Kurdistanê û gelê wê nikare bibe armanceke siyasî ya rewa. Li gorî min, hewldana parçekirina paşeroja hevpar a gelê me, ji bo hesabên siyasî, sûcekî dîrokî û exlaqî ye.
Kurdistan ne milkê ti partî, malbat an rêberekî siyasî ye. Destkeftiyên wê yên heyî, li ser keda, êş û fedakariyên bi sed hezaran Kurdan hatine avakirin.
Bavê we Mam Celal û dêya we Hêro Xan jî beşeke girîng a jiyana xwe terxanî têkoşîna ji bo mafên siyasî û çandî yên gelê Kurd kiribûn.
Îro, dema ku ez li ser têkiliya we ya bi mîrata wan a siyasî û çandî difikirim, nikarim vê pirsê ji xwe nekim:
Çawa dikare rêyek ku dibe sedema lawazbûna saziyên hevpar ên Kurdistanê, xistina destkeftiyên federal ên ku gelê Kurd bi berdêlên pir giran bi dest xistine di bin metirsiyê de, û lawazkirina helwesta siyasî ya gelê me ya li hemberî siyasetên Îraq, Îran û Tirkiyeyê yên li ser Kurdistanê, bi têkoşîna bi milyonan jin û mêrên Kurd ên di nav nifşan de, ku dê û bavê we jî di nav wan de ne, were lihevkirin?
Birêz Talebanî,
Wekî hunermendekî, xemgîniya min ne tenê qeyrana siyasî ya îro ye. Tişta ku herî zêde min xemgîn dike, mîrata siyasî û exlaqî ye ku em ê ji nifşên paşerojê re bihêlin.
Heke îro ji bo berjewendiyên siyasî ramaneke dabeşbûnê wekî tiştekî asayî were qebûlkirin, sibê ew dikare di çanda siyasî ya civaka me de bibe birîneke mayînde.
Tişta ku gelê Kurdistanê pêdivî pê heye, ne sînorên nû, ne dabeşbûnên nû û ne jî birêvebiriyên dijberî hev in; lê saziyên hevpar ên demokratîk, karîger û li ser îradeya gel ava bûne ne.
Ev berpirsiyarî ne tenê dikeve ser milê we, lê her wiha dikeve ser milê hemû birêvebirên YNK û PDKyê, û her kesê ku li ser paşeroja Kurdistanê xwedî gotin e.
Ez van rêzan wekî hunermendekî dinivîsim ku xwe ji bo ziman, huner, çand û paşeroja gelê xwe berpirsiyar dibîne.
Divê paşeroja Kurdistanê nebe berdêla ti nakokiyeke siyasî.
Hewldana dabeşkirina Kurdistanê, xirabî û xiyaneta herî mezin û bêefû ye ku Kurdek dikare bike.
Ez hêvî dikim ku hûn û birêvebirên partiya xwe vî sînorê krîtîk derbas nekin, bi aqil û berpirsiyarî tevbigerin, vegerin Parlamentoya Kurdistanê û ji bo refah û berjewendiyên gelê me siyasetê bikin.
Nizamettîn Arîç
Hunermend, bestekar, muzîkjen û wênesaz”