PKKê mirina bi sedan ciwanên Rojhilatê Kurdistanê veşartîye

PKK-Meriwan-7-info

PKKeya hilweşiyayî her li navbera du rojan carekê nasnameya refeka ciwanên Rojhilatê Kurdistanê radgihîne, ciwanên ku 20 salan rêxistinê ew da ne kuştin û mirina wan veşartî hiştî.

Îro roja sêşemî 17 Mijdara 2026an, PKKê nasnameya 7 ciwanên din yên Merîwanê aşkere kirin ku ew jî 15 salan berê canê xwe ji dest da ne û PKKê mirina wan veşartî hiştibû.

Navên wan wisaye:

Muctema Ebdulrehman.

Mislim Ebdulkerîm.

Sena Eta.

Salim Sabir.

Ednan Mehmûd.

Şahd Muhsin.

Zana Nasir.

PKKê nasnameya van ciwanan îlan kir û di pesnê wan de gotîye ew mlîtanên me yên Apoyî bûn, xwe fedayê Apo kirin.

Ev gera pêncemîn ya nasnameyên şervanên Rojhilatê Kurdistanê ye ku PKKeya hilweşiyayî ji hefteya rabûrî ve îfşa dike ku hinek jê yên sala 2007ê ne.

Murad Karayilan rêveberê PKKê derbarê dereng îlankirina navên şehîdan gotibû: agahî dereng gihîştin me, şer giran bû, haya me nebû ku hevalên me wendane!!.