Civîna çaralî ya PDK û YNKê li Silêmaniyê tê lidarxistin

ivîna çaralî ya PDK û YNKê li Silêmaniyê tê lidarxistin

Îro Şemiyê (28.11.2026), bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî, Bafil Talebanî û Qubad Talebanî, her du mektebên siyasî yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li bajarê Silêmaniyê dicivin.

Civîn li baregeha Mekteba Siyasî ya YNKê tê sazkirin.

Di vê hevdîtina çaralî de, mijarên sereke peywendiyên dualî yên di navbera PDK û YNKê de, helwesta hevpar a li hemberî biryarên dawî yên Hikûmeta Federal a Iraqê yên li dijî Herêma Kurdistanê, û her wiha diyarkirina pişka Herêma Kurdistanê di projeyasaya budceya giştî ya Iraqê ya sala 2027an de tên gotûbêjkirin.