Şandeyên bilind ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro Şemiyê (28.11.2026) li baregeha Mekteba Siyasî ya YNKê li bajarê Silêmaniyê civiyan û derbarê rewşa nû ya Iraq û Herêma Kurdistanê û peywendiyên bi saziyên federal re daxuyaniyeke hevpar belav kirin.
Li gorî daxuyaniya hevpar a ku ji aliyê her du partiyan ve hatiye belavkirin, civîn taybet bûye bi yekxistina helwestê li hemberî mijarên rojane û her du alî li ser bikaranîna diyalogê ji bo çareserkirina pirsgirêkan hevnêrîn bûne.
PDK û YNKê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku ew ê bi yekhelwestî beşdarî civîna roja 1ê Kanûna Yekem a 2026an a ku dê li Bexdayê bê lidarxistin bibin. Her wiha her du aliyan dupat kir ku divê hemû pirsgirêk di çarçoveya Destûra Daîmî ya Iraqê de bên çareserkirin û ew ê bi hevparî berevaniyê li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bikin.