Endamê Encûmena Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ) Fuad Onen helwesta xwe ya li hemberî biryar û rêkarên dawî yên hikûmeta Iraqê yên li dijî Herêma Kurdistanê aşkere kir û ragihand, ew êrîşa li ser Hewlêrê wekî êrîşa li ser xwe dibînin û amade ne ji bo parastina destkeftên Başûrê Kurdistanê di sengerekî hevpar de cih bigirin.
Onen di daxuyaniyeke medyayî de destnîşan kir ku hikûmeta Iraqê her dema ku derfetê dibîne hewl dide statuya federal a Herêma Kurdistanê têk bibe û got: “Ji bo me Diyarbekir çi be, Hewlêr jî ew e; ji bo Sine, Kirmanşan û Qamişloyê çi be, Hewlêr ew e. Kurdistan yek welat e.” Wî her wiha bal kişand ser wê yekê ku tevî ku ji sedî 45ê xaka Başûrê Kurdistanê di bin kontrola hêzên Iraqî û Heşda Şeibî de ye, Bexda niha dixwaze destkeftên heyî yên Herêmê jî ji holê rake, lê ew vê yekê qebûl nakin.
Di berdewamiya nirxandinên xwe de, Onen tekezî li ser yekîtiya neteweyî ya her çar parçeyên Kurdistanê û hevahengiya siyasî bi armanca dewletbûnê kir. Wî amaje bi hevgirtina gelê Kurd di bûyerên dîrokî yên wekî çûna hêzên Pêşmerge bo Kobaniyê di sala 2014an de, referanduma serxwebûnê ya sala 2017an û xwepêşandanên Çileya 2026an ên ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê kir, û diyar kir ku di demên dijwar de gelê Kurd bêyî sînor xwedî li hev derdikeve.
Onen her wiha ragihand ku Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ) îro Şemiyê (28.11.2026) saet di 15:30î de li Qada Şêx Seîd a Diyarbekirê, ji bo şermezarkirina siyasetên Bexdayê û nîşandana piştevaniyê ji bo Herêma Kurdistanê, civîneke çapemeniyê li dar dixe û bang li gel dike ku bi girseyî beşdar bibin.
Di dawiya axaftina xwe de, Fuad Onen amadebûna xwe ya ji bo piştevaniya meydanî dubare kir û got: “Eger saziyên me yên neteweyî bang li me bikin, em hemû amade ne bên Başûrê Kurdistanê û li hemberî êrîşan têbikoşin. Em di siyaseta xwe de dirûşma ‘Kurdistan yek welat e’ wekî bingeh digirin.”