Komeke niştimanperwerên Kurd li herêma Efrînê derbarê pêşhatên dawî de daxuyaniyek belav kir û piştgiriya xwe ya temam ji bo Herêma Kurdistanê û gelê wê ragihand.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku kom ji nêz ve geşedan û astengiyên li pêşiya Herêma Kurdistanê dişopîne ku bandorê li ewlehî, berjewendî û paşeroja gelê wê dikin. Hat tekezkirin ku ev helwest dûrî her cure alîgiriya partîtî yan jî hesabên siyasî yên teng e, belkî ji baweriyeke niştimanî û exlaqî, û li ser bingeha peywendiyên dîrokî, neteweyî û mirovî yên ku Kurdan li hemû deveran digihînin hev, tê.
Koma niştimanperwerên Efrînê daxwaz kir ku rêz li îradeya gelan bê girtin, mafên wan ên siyasî, çandî û civakî bên parastin û diyalog û lihevkirin di navbera pêkhateyên cuda yên herêmê de bên xurtkirin.
Di dawiya daxuyaniyê de hat tekezkirin ku pêwîst e herêm ji zêdetir aloziyan bê parastin, ewlehiya sivîlan bê misogerkirin û çareseriyên siyasî û dîplomatîk bên pêşxistin, ji ber ku ewlehî, aştî û aramî bingeha paşerojeke ewletir û geştir ji bo gelên herêmê ne.