Mes’ûd Barzanî: têkilîyên Hewlêr û Bexdayê pêşde çûne

Mes’ûd Barzanî serokê partîya demokrat a kurdistanê îro hoşdarî ji bihêzbûna pêgeha terorê li Îraqê dan û eşkere kir sedemên dîyarbûna terorê çare jibo nehatine dîtin.

Ev gotinên serok Mes’ûd Barzanî di civîna wî a li gel Olîvyê Dîkotînî, serkunsulê nû ê Firensayê li Hewlêrê hatine dema li Pîrmamê di civînekê de, behsa pêşhatên here dawîyê ên herêmê, Îraqê û deverê kirin.

Serkunsilê Firensayê ku bi mebesta nû destibikarbûna xwe seredana Barzanî dabû, rêz û pêzanîn Serok Makron û Jan Êf Lodiryanê Wezîrê karên derve ên Firensayê gehandin serok Barzanî.

Herweha got: Firensa bi gel û Hikumet ve wê piştevana herêma Kurdistanê be.

Ji alîyê xwe ve Mes’ûd Barzanî sipasîya piştevanîya Firensayê kir û gotî: têkilîyên wan çi sînorek jibo nîne.

Mes’ûd Barzanî behsa têkilîeyên Hewlêr û Bexdayê jî jibo Serkunsulê Firensa kir û da xoyakrin, pêşveçûneke baş heye, di heman demê da behsa tirsa terorê jî kir ku êdî tirsa wê mezn dibe.

Pustên heman beş