Serok wezîrên herêma Kurdistanê radigehînît: rêkxistina terurîsitî a DAÎŞ bi dawî nehatîye û êdî tirsa wê dubare mezin dibît.
Serok wezîr Mesrûr Barzanî, di çarçûveya civîna xwe a li gel şandeka serbazî a Emerîkî got: Rêkxistna terursitî a DAÎŞ dubare xuya dibîte ve, jiberku hizra wê rêkxistinê û sedemên derketina wê nehatine jinavbirin.
Herweha amajekir, di rojevê da niha DAÎŞÊ her bi tiris li ser ewlehîya deverê û welatîyên wê tê hejmartin, ew tirse jî mezn bûye. Ev gotinên Mesrûr Barzanî di civîna wî a li gel Pol Lakamêra fermandarê hêzên hevpeymanî a navdewletî a li dijîDAÎŞÊ hatine ku li Hewlêra paytexta herêma Kurdistanê pêşwazî lê kirbû.Di wê derbarê da, fermandarê hevpeymanîya navdewletî berdewamîya hemahengîya li navbera wan û hêzên pêşmergey jibo serok wezîrê herêma kurdistanê tekez kir.