Li Amedê 350 kîlo maddeyên hişber hatin girtin

Di operasîyoneke ewlehî de, îro roja çarşemî dest bi ser 350 kîlogramên maddeyên hişber li Ameda bakorê Kurdistanê de hat girtin.

Parêzgehîya Amedê ya bakorê Kurdistanê di beyaneke nivîskî de eşkere kirîye, qebareyê 350 kîlogramên maddeyên hişber îro li sînorê Licê û Herzoyê ên navçeyên Amedê ji alyê hêzên ewlehîyê ve dest bi serda hat girtin.

Herweha xuyakir, maddeyên hişber ku dest bi serda hatîye girtin, ji corê (Esrar) bû û her hemû hat jinavbirin û şewitandin.Li gorî beyana parêzgehîya Amedê kesek jî li ser bûyerê hatîye desteser kirin û niha lêkolîn digel de tê kirin.

Pustên heman beş