Arteşa Tirkiyê li meha borî sed û hevde gerîlayên PKK kuştin û hingaftin û HPG negotîye ev amar neraste.
Wezareta Hundir a tirkiyê îro amareke nû ya zirarên canî ên PKK ên meha Tebaxa îsal ragehand û li gorî wê amarê, sed û hevde gerîla li sînorên başor û bakorê kurdistanê hatine kuştin û hingaftin.
Di beyana nivîskî a wezareta Hundir a Tirkiyê de hatîye ku ji sercema gerîlayên li meha Tebaxê hatine kuştin, hejmareke serkirdeyên daxwazkirî ên PKK ji alyê dewleta Tirkiyê ve têdene.
Arteşa Tirkiyê bi hemahengîya sazîya hewalgîrîya dewletê mîtê, li meha tebaxa îsal, hejmareke berçav ya otombêlên PKK li nav sînorên başorê kurdistanê moşek baran kirne, çendîn serkirdeyên PKK jî têde kuştine.
PKK û balê wê yê leşkirî HPG, weke hercar piştrastkirna amara wezareta hundir a Tirkiyê nekrîye û bêdengî helbijartîye.