Hevseroka Encûmena Sûrîya a demokratîk eşkere kir, şervanên yekîneyên parastina gel YPG, jiboy navçeya aram, wê bi kûratî a 20 kîlometran xwe vekşin.
Îlham Ehmed hevseroka MSD, balê sîyasî ê hêzên Sûrîya a demokratîk MSD, di daxoyanîyeka medyayî da dibêje: navçeya aram li Sûrîyê wê bi lihevhatin were çêkirin, ew lihvehatin jî li navbera Waşinton û Enqerê ye, HSD jî alîyê sêyemîne.
Hevseroka HSD got: navçeya aram ne jiboy wê meremê ye ku arteşa tirkiya were di xaka Sûrîyê de, her çende YPG wê xwe ji sînor vekşît.
Derbarey guherînên meydanî jî, Îlhamê amaje kirîye, şervanên YPG wê bi kûratîya 5 kîlometran xwe vekêşin û çekên giran wê bi kûratîya 20 kîlometran ji sînorê li navbera tirkiya û Sûrîyê da werer vekşandin.
Li gorî gotna Îlham Ehmedê hevseroka Encûmena Sûrîya a demokratîk, arteşa tirkiya wê cihê YPG li navçeya aram bigre, lê di heman dem de, hoşdarî ji hinartina hêzên zêde dan Enqerê.