Rosîya behsa parastina kurdên rojava dike

Rosîya federal evro li ser zarê wezîrê xwe ê derve behsa pêdivîya parastina gelê kurd ê rojavayê Kurdistanê kir û xwast pirsgirêka wan herî zû çare bibe.

Sêrgî Lavrov di mijara hewlên dirustkirina devera aram da li rojavayê Kurdistanê dibêje: pêdivîye gelê kurd li Sûrîyê û li devera aram parasitî bin, doza wan jî nebe pirsgirêkeke herêmî û bê çareserî.

Herweha got: çavdêrîya wan li ser manorên leşkirî ên tirkiya û Emerîka jibo damezrandina devera aram heye û tekez kir, Mosko wê piştevanîyê li her lihevhatinekê biket ku bi egera wê girjî li bakorê rojhelata Sûrîyê bihên kêm kirin.

Sîrgî Lavrov bi pêdvî da zanîn ku lihevhatinên Waşinton û Enqerê derbarey devera aram, divê xaka Sûrîyê jibo dewleta wê vebgerînît.

Pustên heman beş