Yekêtîya niştîmanî civîya û careke din qeyda kongireya xwe venekir

Polît bîroya yekêtîya niştîmanî a Kurdistanê îro civîya, lê seranên wê careke din li hev nekir û tu jivanek jibo bestina kongire a çaremîn ne anî ziman, civînê behsa her tiştî kir, rewşa hundir, lihevhatina digel PDK, helbijartinên parêzgehîyan û durişmên hercar.

Îro li navenda bajarê Silêmanîyê ku bi zona kesik tê naskirin, polît bîroya YNK civîna xwe a asayî bi serperiştîya Kosret Resûl Elî, cêgirê sekirtêrê giştî ê wê partîyê û hazirbûna Berhem salihê cêgrê duwemîn, li darxist.

YNK ev civîn jiboy dîyarkirna jivana bestina kongireya çaremîn sazkirbû, lê seranên wê weke hercar lihev nekir û nekarîn jivanê bestina kongireya xwe dîyar biken, di mijara kongireya xwe jî de, tenê hinek durişm bo medyayê rêzkirin.

Endamên polît bîroya YNK, di mijara kongireya çaremîn de, tenê behsa amadekarîyan kir, lê belê dema bestina kongirey di rêde hêla, qeyda wê jî jiboy civînên heftîya dahatî paşxist.

Piştre endamên polît bîroya YNK karên hundir yên partîya xwe gotubêj kirin, herweha karên hikumetê nirxandin, tekezî jî li cêbecêkirina temama lihevhatina digel PDK kir.
YNK di civîna xwe de behsa amadekarî û berhevîyên helbijartinên encûmenên parêzgehîyan jî kir ku jivane li yekê nîsana 2020an de bihên kirin û daxoya kirin, ew wê tekezîyê li beşdarîya tev alîyên sîyasî  ên Kurdistanî di wê helbijartinê de kin, bi awayekî ku bi lîsteka yekgirtî beşdar bibin, nexasme li navçeyên kêşe li ser.

Pustên heman beş