Waşinton dê xewace efendî radest ket

Wîlayetên êkgirtî yên Emrîka evro jibo tirkya piştrast kir, waşinton rêberê tevgera xizmet radestî enqerê naket.

Wezareta derve ya Emrîka evro haydarîya tirkya kiriye ku waşinton razî nabe, Fethula Gulenî ku bi Xewace Efendî di nava alîgrên xwe da nasyare radestî wan biket, ta dokyomêntên sûçbarîya wî negehin dest waşintonê.

Wezareta derve behis kirîye ku çi desthelatek li Emrîka maf nîne destwerdanê di sîstema wê ya dadweryê da biken, sîstema dadwerîya Emrîka û dadgehên wê xweserin û biryarên çi sazîyekî karîgerî li ser nîne.

Wezareta derve ya Emrîka ddete zanîn, tirkya yek dokyomênta sûçbar kirina gulenî nedaye wan, li demekî dixwazît bi tumeta dirbeya şkestî ya 2016 Gulenî radestî wan Bihêt kirin.

Pustên heman beş