Wîlayetên yekgirtî yên Emerîka, sizayên herî giran xistin ser bandeke keştyên veguhastna petrolê ku arteşa komara îslamîya îranê ewa bi pasdar tê naskrin, wan îdare dike.
Wezareta gencîna Emerîka îro sizayên herî giran xistin ser bandeke keştyên veguhastna petrolê, piştî ku piştrast kirî ew bande ji alyê sopayê pasdarên îranê tê îdare krin.
Li gorî beyaneka nvîskî ya wezareta gencîna Emerîkayê, hinek keştyên banda navhatî, petrol bi qasî sedan milyonên dolaran jibo Sûryê veguhastîye, ew yek jî bi binpêkrin jiboy sizayên waşintonê li ser Tehranê tê hejmartin.
Szayên îro Emerîkayê li ser îranê sepandin, hejmareke kesatîyên îranî jî vegirtne, ji wan wezîrekê pêştir yê petrolê û kurê wî, herweha gropeke şirketên hindistanê yek ji wan xwedîya keştîya bi navê Ediryan Daryîaye ku demek di derya spî ya navîn de şepirze bûye.
Wezareta gencîna Emerîkayê behsa sopayê pasdaran û hizbula a lubnanî krîye û dbêje: wan herdu sazyên leşkirî bi qasî 750 milyon dolaran qazanc ji hinartina petrolê bo Sûryê kirîye.
Wezareta gencîna emerîkayê ew yek eşkere kir û da xoya kirin ku her alîyekê petrola îranê wergirît, wê bkeve ber rehma sizayên herî giran yên Emerîkayê.