Serokê asayîşa neteweî ya Efxanistanê dest ji kar kişand

Serokê asayîşa neteweîya Efxanistanê evro dest ji kar kêşa, piştî hêzên ewlehyê çar kes ji yek malbatê bi şaşî ve, kuştîn.

Mihemed Mesûm Stankîzî, Serokê asayîşa neteweîya Efxanistanê evro dest ji kar kêşa, piştî hêzên ewlehyê çar kes ji yek malbatê di operasyonekê da li bajarê Celal abad yê senterê herêma Ningerhar bi şaşî ve, kuştîn.

Her evro Mihemed Eşref Xenî, Serokê Efxanistanê dest ji kar kêşana stankîzî pejrand.

Stankîzî bi yek ji syasetmedarên Efxanî dihêt hejmartin, herwesan wezîr û serperşitê berê yê wezareta bergirî û hewalgîrîyê bû.

Pustên heman beş