Barzanî: pêşmerge hêvî di naxa gelê kurd de zîndî kir

Serok Mesûd Barzanî, îro salvegera dastana Xwakurkî li tev pêşmergeyên Kurdistanê pîroz kir û got: di wê rojê de, pêşmergey hêvê di naxa gelê kurd de zîndî kir.

Serok Mesûd Barzanî îro di peyameke nivîskî de, derbazbûna 31 salan li ser dastana Xwakurkî pîroz kir û got: di wê dastanê de, pêşmergê Kurdistanê bi xuragrî û qurbanîdanê, jibo dujmin û dagîrkaran selmand ku îrade û qurbanîdan ji her çekekî din bihêztre û serkeftin dê jibo wan be ku dozeka rewa heye.

Serok Barzanî di peyamê de dibêje: di dastana Xwakurkî tevî ku tu hevsengîyek li navbera pêşmergey û dujminî da nebû ji alyê çek û arteşê ve, lê pêşmergeyan karîn hêvyê di naxa gelê kurd de zîndî bikin.

Barzanî herweha dibêje: di wê helkefta pîroz de, slav jibo îradeya polayî ya pêşmergeyan û slav jibo şehîdên wê dastanê û hemû şehîd û cangoryên rêya azadîya Kurdistanê.

Pustên heman beş