Şanda kurdistanê derbarey şingalê daxwazîyekê ji helbûsî dike

Şandeke perlemana kurdistanê ku dema du rojane li Bexda a paytexta Îraqê ye, îro dgel Serok perlemana Îraqê civîya û pirsa helbijartinên Encûmenên parêzgehîyan gotubêj kirin.

Şanda perlemana kurdistanê bi serokatîya Hêmin Hewramî cêgrê Serok perlemana Kurdistanê, îro ji alyê Mihemed Helbûsî Serok perlemana Îraqê ve hat pêşwazî kirin, di civînê de, maddeya 16mîn a yasaya helbijartinên Encûmenên parêzgehîyan hat gotubêj kirin ku bi egera wê hejmareke êkcar mezn a kurdan, wê ji mafê dengdanê bê beş bike, nexasme rûniştvanên kerkûk û şingalê.

Şanda perlemana Kurdistanê ji Helbûsî xwest, nerîna herêma Kurdistanê li berçav were wergirtin û jiberî pejrandinê ew nerîn tevlî proje yasayê bibe.

Di wê derbarê de, serok perlemana Îraqê pêşwazî li şanda perlemana Kurdistanê kir û hewlên wî yên jiboy çareserkirna pirsgirêkên hewlêr û Bexdayê nirxandin.

Şanda Kurdistanê duhî roja çarşembê daxwazîya rastvekirna piroje yasaya hilbijartinên Encûmenên parêzgehîyan kir, nexasme xala dengdana awareyan.
Perlemana Kurdistanê bi rêya şanda xwe a Bexdayê, skalayeke fermî li dadgeha federal li ser yasaya hilbijartinên parêzgehîyan tomar kir ku bi sedema wê, wê hejmareke êkcar mezin a awareyan ji mafê dengdanê bê beş bin.

Pustên heman beş