Arteşa Tirkiyê 5 jin li Efrînê desteser kirin

Hêzên arteşa Tirkiyê îro 10 kesên sivîl li herêma Efrînê a rojavayê Kurdistanê desteser kirin.

Rêkxistneka mafên Mirovan a Sûryê îro roja pêncişembê eşkere kir, hêzên arteşa Tirkiyê û bi hemahengîya polîsên sivîl ku grêday mîlîşyayên arteşa Sûrya azadin, 10 welatyên sivîl li herêma Efrînê a rojavayê Kurdistanê desteser kirne.

Wê rêkxistinê herweha da xuya kirin, ew kesên sivîl li gundê Dêriswanê a ser bi bajarokê şerayê ve desteser kirne û jibo cihekê nedyar birne.

Li gurey zanyarîyên rêkxistna mafên Mirovan a Sûryê, çendîn jin di nava wan kesan de ne ku hatîne desteser kirin, desteserkirna wan jî jibo wergirtna fidyê ye.

Rêkxistna mafên Mirovan navê wan kesên svîl jî eşkere krîye:

– Letîfa Seydo 35 sal.

– Emîre Şîhmî 60 sal.
– Miwelîde Ebdulrehman 65 sal.
– Nebîha Xelîl 55 sal.
– Wîdad yusif Qas 60 sal.
– Mistefa Camo 30 sal.
– Edhem Omer 35 sal.
– Horo Minan Osman 53 sal .
– Hesen Ehmed 27 sal .

Pustên heman beş