Rojavayê Kurdistanê… Arteşên tirkiyê û Emerîkayê manor kirin

Wezareta bergiryê a tirkiyê eşkere kir, îro sêyemîn manora hevbeş a arteşên Tirkiyê û Emerîkayê li asîmanê rojavayê Kurdistanê brêveçû.

Wezareta bergiryê a Tirkiyê di beyaneke nvîskî de ragehand, îro manora sêyemîn a hevbeş a arteşên Tirkiyê û Emerîkayê li asîmanê rojavayê kurdistanê birêveçû, weke berhevî jiboy diristkirna navçeya aram ewa lihvehatin li ser hatî krin.

Wezareta bergiryê eşkere kir, manora sêyemîn di çarçûveya qonaxa êkemîn a gavên diristkirna navçeya aram de hatîye kirin û çwar balefirên kopter ên arteşên Tirkiyê û Emerîkayê beşdarî têde kir.
Waşinton û Enqere li ser diristkirna navçeya aram li bakorê sûryê lihevhatin kirne, tê çaverêkrin li dema bihêt bi piraktîk gavên diristkirna wê navçeyê werin destipêkrin.

Pustên heman beş