Birîtanya: ji Îranê pir dilgranîn

Hikumeta Berîtanyayê îro dilgranîya xwe a herî zêde ji komara îslamî a îranê ragehand û eşkere kir, ragirtina pabendîyê bi lihevhatna etomî gaveke hêvî têde tuneye.

Wezareta karên derve a Berîtanya îro di beyaneke nvîskî de, dilgiranîya xwe a herî zêde ji gavên Tehranê ên ragirtina pabendîyê bi lihevhatina etomî a sala 2015 dîyar kir.

Herweha da xuya kirin, pilana Tehranê a ragirtna qonaxa sêyemîn a pabendyê bi lihevhatna etomî a girêday pîtandina yoranîyomê, gaveke tu hêvî têde nayê dîtin.

Wezareta karên derve a Berîtanî amaje kirîye, Tehranê ev gav li demekê havêtne ku hewlên hevpeymanên navdewletî jiboy kêmkirna alozyên digel Emrîka û Iranê berdewam diken.

Pustên heman beş