Partîyên başorê Kurdistanê gotubêja pêkanîna Encûmeneka rawêjkarî diken, lihevhatineke destpêkî jî heye, Barzanî raberatîya wê Encûmenê bike.
Mihemedê Hacî Mehmûd, sikirtêrî partîya sosyal demokrata Kurdistanê di civîneke medyayî de eşkere kir, partîyên sîyasî piştevanin ku encûmenek jibo meremên rawêjkarî bihêt pêkanîn û Mes’ûd Barzanî bibe Serokê wê encûmenê.
Herweha dibêje: çi peywendîya wê encûmenê bi Hikumetê ve nabît, partîya demokrata Kurdistanê û yekêtîya nîştîmanî gotubêj li ser kirine, peywendîya wê jî tenê dê bi partîyan ve hebît, anku dê weke perlemana partîyan bît.
Armanca wê Encûmenê wê dayîna rawêjan bît herweha çêkirna kodengîyê û helwîstên yekgirtî.
Skirtêrê partîya sosyal dîmokrat behsa Mes’ûdBarzanî kirîye û dibêje: ew jibo raberatîya Encûmenê dê bijardeya herî baş bît.