Şengal.. Teqînekê 3 leşker kirin qurbanî

Di teqînekê da ku îro roja şemî li Şengalê çêbûy, 3 karmendên arteşa Îraqê kirin qurbanî.

Îro li yek ji navçeyên başorê çyayê Şengalê, malek teqîya û bi sedema wê 3 karmendên tîma jinavbirna mînan ên arteşa Îraqê canê xwe ji destda.

Zanyarî diden xuyakirin ku kesên di wê teqînê de canê xwe ji destdayn, karmendên arteşa Îraqê ne û hewl didan, TNT yekê ji nava wê malê rakin ku li dema DAIŞê hatbû danan.

Herweha yek ji qurbanîyan, pileya neqîbî di arteşa Îraqê de heye û di tîma endezyarî ya arteşê deye.

Arteşa Îraqê pitrî 3 rojane kar li ser rakirna mîn û teqemeneyên DAIŞÊ ji devera Şengalê dikin, îro jî ew xanî teqya û 3 karmendên wan di bin ve man û canê xwe jdestdan.

Pustên heman beş