Hevserokê partîya demokratîk ya gelan HDP îro li Hewlêrê ragehand, bêy çareserkirna pirisgirêka kurdan, rojhelata navîn qet aram nabe.
Sezayî Temellî ku îro bi serokatîya şandeke perlemantarên partîya xwe seredana herêma Kurdistanê kirîye, di yekemîn daxoyanîya xwe da behsa prisgirêka gelê kurd û grêdana wê bi pirisgirêkên rojhelata navîn kir.
Sezayî Temellî dibêje: bêy çareser kirina prisgirêka gelê kurd, rojhelata navîn wê her bimîne navçeyeke pir aloz.
Herweha got: çareserkirna pirisgirêkên rojhelata navîn, têklîyeka raste rast bi pirisgirêka kurdan ve heye û çareserkirna pirisgirêka kurdan, wê destipêka çareserkirna alozyên rojhelata navîn be.
Temllî behsa seredana şanda HDP jibo başorê kurdistanê jî kir û dibêje: ewê daxwazîya piştevanîya siyasî, ji herêma kurdistanê û part û alyên wê yên siyasî bixwazn.