Bi sedema rewşa herî xirab, xwekuştin li cem cwan û xurtên rojhelata kurdistanê berdewam tê dîtin.
Piştî ku keçeka bajarê Nexedê yê rojhelata Kurdistanê şevê din dawî bi jîyana xwe anî, hejmara kesên ku di hefteya bûrî de li seranserî rojhelata Kurdistanê dawî bi jîyana xwe anî, gehişit 6 kesan.
Rêkxistina hengaw ya mafên mirovan li rojhelata kurdistanê eşkere kir, pirsa xwekuştinê li cem cwan û xurtên rojhelata kurdistanê, zêdebûye sedem jî gelekin.
Herweha da xoya kirin, pirisgirêkên civakî û xirabîya rewşa abûrî sedema sereke a xwekuştinê ye.
Hengaw rêkxistneke rojhelata Kurdistanê ye berdewam amar û datayên girêday wê parçeya Kurdistanê eşkere dike, li gorî wê jî tenê li heftîya bûrî 6 kurdên rojhelat bi sedemên cuda dawî bi jîyana xwe anîne.