HDP daxwaza piştigrîya sîyasî ji herêma kurdistanê dike

Şandeke perlemantarên partîya demokritîk ya gelan HDP, seredana Hewlêrê kirîye bi armanca pîrozbahîya kabîneya nû a hikumeta herêma kurdistanê û xurtkirna peywendîyên sîyasî.

Şandeke HDP bi serokatîya Sezayî Temelî hevserokê partîyê û 5 perlemantaran, bi rêya firokxaneya îstenbolê seredana herêma kurdistanê kir û ta 11ê meha îlonê wê li Hewlêrê bimîne.

Şanda HDP jibo hewlêrê ji perlemantarên wan Berdan Ozturk, Fatma Kurtulan, Nazmî gûr, Feleknas Oca û Îmam Taşcer pêk tê.

Şanda HDP wê 2 rojan li Hewlêrê û 2 rojan li Silêmanyê, li gel nûnerên alyên sîyasî û sazyên cvaka sivîl re jî, hevdîtnan pêkbîne.

HDP eşkere kirîye, di tev hevdîtnan de, wê pirisgirêkên herêmî û çareserkirna wan û têkilyên di navbera kurdan de û konferansa yekêtîya neteweyî, wê bihên nirxandin.

Rayedarên HDP wê li hemberî danana qeyûman û binpêkirna destkeftyên kurdan û herweha xurtkirna peywendîyan, ewê ji rayedarên hikumeta herêma kurdistanê re daxwaza piştigrîya syasî bikin.

Pustên heman beş