Emerîkayê jibo geşt kirina bakorê Kurdistanê hişyarî da welatîyên xwe

Wezareta karên derve a Emerîkayê jibo geştkirna bakorê kurdistanê, hişyarî da welatîyên xwe û xwast ku bi sedema rewşa awarte, seredana 13 bajaran neyê kirin.

Wezareta karên derve a Emerîkayê, di daxoyanîyeke nivîskî de ku li ser malpera xwe ya fermî belav kirîye, hişyarî ji geştkirna Tirkiyê da welatîyên xwe û daxwaz kIrîye, seredana her yek ji bajarên Amed, Çewlîg, Dîlok, Şirnex û Rihayê neyê kirin.

Wezareta karên derve a Emerîkayê, navê 13 bajar û bajarokên bakorê kurdistanê anîye û ji welatîyên xwe xwastîye bi sedema rewşa awarete û delîveya çêbûna êrîşên terorî seredana wan bajaran neyê kirin.

Pustên heman beş